Peyama cejinê ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bi taybetî cejnê li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmerge yên mêrxasên Kurdistanê pîroz dike û hêvî dike ku ev cejin bibe hêvênê xêr û xweşiyê ji her kesî û palderek be ku ji bona bi dest anîna aramî, aşitî û jiyaneka xweş ji bo gelê me, hemû alî bicidî bixebitin.
Teksta peyama civata wezîran:
Bi helkeftina hatina cejina Remezana pîroz ,em germitirîn pîrozbahiya li tevaya misilmanên Kurdistanê, Îraq û cîhanê dikin, em pîrozbahiyeka taybet li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyên mêrxas dikin.
Em hêvîdar in ev cejine ji bo hemûyan hêvênê xêr û xweşiyê be û palderek be ku hemû alî bi armancên biratî û yekrêziyê ji bo bi dest anîna aramî, aşitî û jiyaneka xweş ji bo gelê me bi cidî bixebitin.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
