Li Ewropayê wergirtina mafê penaberiyê dijwar bûye
Parêzerê Kurd Rêbwar Fexrî ragihand ku niha li welatên Ewropayê kêmtir bawerî bi wan çîrokên koçberan dikin, ku ji bo wergirtina mafê penaberiyê behs dikin.
Rewşa penaberan her ku diçe dijwarti dibe. Bi sedan malbatên Kurd bi hêviya gihîştina Ewropayê zarokên xwe dispêrin qederê û rêya gelek zehmet digrin ber xwe, lê belê haya wan jê tune ye ku welatên Ewropayê biryarên xwe tundtir kirine.
Parêzerê Kurd Rêbwar Fexrî ku li Swêdê bi sedan dosyeyên penaberiyê li cem wî ne, ji K24ê re ragihand: “Swêd wisa dizane ku Herêma Kurdistanê aram û seqamgîr e, loma bawerî bi dosyeyên penaberên Kurd nake û ji wan kesên daxwaza penaberiyê dikin re dibêjin 'kes li welatê we nayê desteserkirin', gotinên penaberan berevajî raportên dewleta Swêdê ye ku li ser Kurdistanê dizanin.”
Wergirtina mafê mana berdewam a li welatekî li gor welatekî din cuda ye, bi taybetî li welatê Swêdê li gor rênimayên îsal ji bo penaberan bûne biryar û kar pê tê kirin, ji bo Herêma Kurdistanê dayîna mafê penaberiyê heta ji bo demkî jî gelek dijwar e.
Parêzer Rêbwar Fexrî dibêje: “Welatê Swêdê ji bo wergirtina penaberan welat cuda kirine, welatên ku rewşa wan baştir û seqamgîr e, reftara wan li gor penaberên ji welatên şer û pevçûn tê de heye hatine gelec cuda ye, gelek kêm mafê penaberiyê didin kesên ku li welatê wan kêşeya sereke ya jiyanê tune ye.”
Fexrî eşkere dike: “Ji bo Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî helwesta Swêdê gelek cuda ye, ew Herêma Kurdistanê aram dibînin, ku kêşeya aborî û siyasî kêm e.”
Herwiha diyar kir: “Wergirtina mafê penaberiyê ji bo kesên ji Herêma Kurdistanê têne Swêdê gelek dijwar e, weke parêzer gelek dosye li cem min hene.”
Rêbwar Fexrî dibêje: “Dema kesek daxwaza mafê penaberiyê bike, divê belgeyên wî hebin û hemû gotinên wî weke hev bin, gelek caran dibînin ku gotin ne yek in, dosyeyê red dikin û mafê penaberiyê nadin.”
K24
