• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hikûmeta Iraqê: Emê li ser dayîna mûçeyê karmendên Kurdistanê berdewam bin

Hikûmeta Iraqê: Emê li ser dayîna mûçeyê karmendên Kurdistanê berdewam bin
Hikûmeta Iraqê ragihand, ewê li ser dayîna mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê berdewam bin.

Berdevkê hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî ji medyaya Iraqî re gotiye, hikûmeta Iraqê dê li ser dayîna mûçeyê karmendên hikûmeta Kurdistanê berdewam be.

Seid Hedîsî daye zanîn, hikûmeta Iraqê û hikûmeta Kurdistanê li ser mûçeyê karmendên Kurdistanê rêkeftinek îmze kirine û Bexda jî girêdayî wê rêkeftinê ye.

Berdevkê hikûmeta Iraqê ragihandiye, ew nizanin hikûmeta nû ya Iraqê dê li ser dayîna mûçe berdewam be yan na.

Basnews
Top