• Thursday, 26 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li rewşa tendirustiya Mela Bextiyar pirsî

Gulan Media November 14, 2021 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li rewşa tendirustiya Mela Bextiyar pirsî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara şemiyê 13ê Mijdara 2021ê bi rêya pêwendiya telefonî, bixêrhatinî li Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar kir û li rewşa tendirustiya wî pirsî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe ji ber vegera Mela Bextiyar û başbûna rewşa tendirustiya wî nîşan da û ji bo wî tendirustiyeke baş hêvî kir.

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar jî ji ber pêwendî û halpirsînê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

 

K24

Top