Cenazeyê koçbera Kurd bo Herêma Kurdistanê hat vegerandin
Cenazeyê wê jina Kurd a koçber ku di Deryaya Egê de xeniqî, bo Herêma Kurdistanê hat vegerandin.
Roja 11ê vê mehê belemeke koçberan ku 12 kes tê de bûn û hemû Kurd bûn, li Deryaya Egê wergeriya û jineke temen 25 salî ya xelka Hewlêrê xeniqî. Wan koçbera dixwast ji Îzmîrê xwe bigihînin Îtalyayê.
Serokê rêxistina Lûtke Arî Celal ku rêxistineke taybet bi karûbarên koçber û penaberan e, ji Rûdawê re ragihand, cenazeyê wê jina koçber a xelka Hewlêrê, bi rêya dezgeha wan bo Herêma Kurdistanê hat vegerandin û radestî kesûkarên wê hatiye kirin.
Hevjînê wê jinê Hoşeng Eyûb ê 32 salî ji Rûdawê re behsa bûyerê kir û got, bûyerê demjimêr 02.30 roja 11ê vê mehê rû da û li gor gotina wî ew 12 kes bûn û demjimêr 02.00 ji Îzmîrê bi rê ketin, lê çend metran piştî birêketinê, ji ber ku matora wê xerab bû, belema wan wergeriya.
Hoşeng Eyûb, diyar kir, wî keça xwe rizgar kir û çend caran gazî hevjîna xwe kir, lê hevjîna xwe nedît, zanî ku xeniqiye.
Temenê wê jina bi navê Dîlan Yûsif 25 sal bûn û hevjînê wê jî bi çavên tijî hêsir dibêje, “Ev çi karesat bû bi ser me de hat!” û bi gotina Hoşeng Eyûb, keça wî nexweşiyek li gel heye, bi wê sedemê wan dixwast xwe bigihînin welatekî Ewropayê bo ku çareseriya keça wî bê kirin.
Hoşeng Eyûb got jî, koçberên din ên di belemê de hemû Kurd bûn û xelkê Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bûn û rizgar bûne.
Rudaw
