• Thursday, 26 February 2026
logo

Kalin behsa helwesta Amerîkayê ya derbarê YPGê de kir

Gulan Media November 14, 2021 Nûçe
Kalin behsa helwesta Amerîkayê ya derbarê YPGê de kir

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahim Kalin derbarê Yekineyên Parastina Gel (YPG) de axivî û got, “Amerîka dibêje ku ew li  dijî Rûsya û Îranê piştgiriyê dide YPGê” û îddîa kir, “YPG herî dawî dê ji bo herkesê bibe pirsgirêk.” Herwiha Kalin eşkere jî kir wan ji Rûsyayê re gotiye ku YPGê ji navçeya Til Rifetê derbixin

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın 13ê Mijdara 2021an di bernameyeke televîzyonî de derbarê krîza F-35an a Tirkiyê ligel Amerîka, Konferansa Lîbyayê û rewşa Sûriyê û çareseriyên bo rewşa wî welatî de axivî.

Kalin li ser rewşa Sûriyê amaje bi wê yekê da ku civaka navdewletî gelê Sûriyê bi tenê hiştiye û got, “Tabloya ku niha li Sûriyê heye ti sûdê nade çareserkirina pirsgirêkên li wî welatî. Em qebûl nakin ku rejîm bi awayekî paqij ji vê proseyê derbikeve.”  

Kalin destnîşan kir ku wan ji Rûsyayê re gotiye ku ew YPGê ji navçeya Til Rifetê derbixin û got, “Amerîka dibêje ku ew li dijî Rûsya û Îranê piştgiriyê dide YPGê. YPG herî dawî dê ji bo herkesê bibe pirsgirêk.”

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê  derxistina welatê xwe ji bernameya F-35an jî weke `neheqiyekê` bi nav kir û got, “Me li wir 1.4 milyar dolar pere dane. Em dixwazin daxwaza F-16an bi rêyên dîplomatîk bên çareserkirin. Pispor diçin û tên. Hevdîtin berdewam in. Eger hûn Tirkiyê ji derve bihêlin dê hevpeymaniya NATOyê zererê bibîne. Ji bo sîstema berevaniya dîtina alternatîvan mafê me yê sereke ye.”

Îbrahim Kalin derbarê  Konferansa Libyayê de  ku serokê Fransayê Emanuel Macron di wê  konferansekê  gotibû divê “Tirkiye çeteyên xwe ji Lîbyayê vekişîne” ragihand, “Di vê civînê de hewl hatin dayîn ku derxistina leşkerên biyanî bi leşkerên Tirkiyê ve bê girêdan, em ji vê yekê aciz in. Em di encama rêkeftina ligel hikûmeta Lîbyayê de li wir in. Hinceteke me ya hiqûqî heye. Di çarçoveya vê rêkeftinê de leşkerên me li wir şêwirmendiyê dikin. Leşkerên Tirkiyê li wir tenê şêwirmendiyê dikin û perwerdeya leşkerî didin.”

Kalin her li ser rewşa Lîbyayê got, “Di navbera 3 salan de gelek çek bo Hafter hatine dayîn. Ev çekên li cem wî,  ji wî  nehatine stendin. Niha li hinek cihan hatine veşartin. Garantiya wê yekê heye ku di siberojê de wan dernaxe û bikar bîne? Destpêkê bila ligel Hafter biaxivin û `Wagner` ji wir derbixin."

 

Rudaw

Top