Herêma Kurdistanê 853 endamên DEAŞê radestî Iraqê kirin
Serokê Komîteya Nirxandina Raporên Rêxistinî ya Navneteweyî ya HKIyê Dîndar Zebarî di civîna çapemeniyê ya li Hewlêrê da diyar kir ku wan di 8 mehên dawîn da 853 mensûbên DEAŞê dan meqamên Iraqê.
Zebarî ragihand ku doza qismekî terorîstên girtî li Mûsilê hat kirin.
– Ji bo koçberan li benda piştgiriyê ne
Zebarî destnîşan kir ku yên li kampan dijîn jî di nav da bi qasî 2 milyon û 100 hezar koçber û penaber li HKIyê dijîn û got ku şert û mercên li kampan baş nînin, ji ber vê jî ew li benda alîkariya saziyên navneteweyî ne. Zebarî û bi bîr xist ku Neteweyên Yekbûyî bala xwe dide ser herêmên nû yên ku tên rizgarkirin.
Serokê Komîteya Nirxandina Raporên Rêxistinî ya Navneteweyî ya HKIyê Zebarî ragihand ku di têkoşîna li hemberî DEAŞê da bi tevahî hezar û 814 pêşmerge hatin kuştin û 10 hezar û 725 pêşmerge jî birîndar bûn û wiha pê da çû: “Niha jî di destê DEAŞê da 44 pêşmergeyên dîl hene.”
Zebarî di civîna çapemeniyê da îdiaya ku dibêje “girtîgeheke veşartî ya HKIyê heye” jî red kir.
waar.tv
