Desteya Jîngeha Kurdistanê beşdarî lûtkeya Glasgowê bû
Desteya Jîngehê ya ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand; roja 11ê Mijdara 2021ê şanda Desteya Parastin û Başkirina Jîngehê beşdarî civîna li ser welatên Rojhilata Navîn a Kongreya Cîhanî ya Guherîna Keş û Hewayê ya li Glasgowê bû, ku bi navê COP26 tê nasîn.
Desteya Jîngehê ragihand; mebesta vê civînê axaftina li ser pêwîstiya pabendbûna welatên zilhêz ên pîşesaz cîbicîkirina pabendiyên xwe di warê alîkarîkirina welatên ziyandîtî de ji ber guherînên neyênî yên keş û hewayê.
Serkirdeyên cîhanê li Glasgowa Skotlandê li ser guherînên keş û hewayê û jîngeha cîhanê civiyane û Neteweyên Yekbûyî serperiştiya lûtkeyê dike.
Lûtkeya Glasgowê îro bi dawî dibe, ku serkirdeyên cîhanê li ser kêmkirina rêjeya gazan axivîn, herwiha dê projeyên jîngehî pêşve bibin, ji bo vê yekê 100 serkirdeyên cîhanî li ser rêkeftina parastina jîngeh û daristanan rêkeftinek îmze kirin.
K24
