• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pêşmergeyan li dijî biryara Bexdayê dest bi xwepêşandanê kirin

Pêşmergeyan li dijî biryara Bexdayê dest bi xwepêşandanê kirin
Li bajarê Silêmaniyê, bi sedan pêşmerge li hember biryara redkirina dengên wan ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve, dest bi xwepêşandanê kirin.



Peyamnêrê Rûdawê ragihand, hêzên pêşmerge û wezareta navxwe, li hember biryara Parlamentoya Iraqê ya betalkirina dengên wan, dest bi xwepêşandanê kirin.



Peyamnêrê me da zanîn, ku pêşmergeyan li ser vê mijarê daxwaznameyekî didin fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê.



Hêjayê gotinê ye, ku parlamenterên aliyên ji encamên hilbijartinên Iraqê nerazî, roja 6ê Hezîranê li Parlamentoya Iraqê civiyan û bi piraniya dengan biryar dan ku %100ê dengên hilbijartinan ên hemû sindoqan bi destan werin hilbijartin.



Herwiha biyar dan ku Komîsyona Hilbijartinên Iraqê were hilweşandin û 9 dadger dê têkevin şûna komîsyonê. Li gor biryara parlementoyê li şûna serokên komîsyonê li her parêzgeheke Iraqê dadgerek were danîn.



Parlementoya Iraqê biryar da ku encamên dengdana taybet ên li Herêma Kurdistanê, wate deng3en pêşmerge û hêzên ewlekariyê û herwiha dengdana derveyî welat werin betalkirin.

Rudaw
Top