Hêzeke zêde ya Amerîkayê çû Mexmûrê
Piştî çend seatan ji Mexmûrê ber bi cêyeke nediyar ve çû.
Li gor jêderên herêmî, şeva derbasbûyî hijmareke zêde tanik û zirepuşên Amerîkayî ku hinek hêzên Îraqî jî li gel wan bûn çûne devera Mexmûrê.
Jêderên herêmî diyar kirin ku ew hêza han piştî çend seatan li Mexmûrê ma û pişt re jî li gel wan hêzên Îraqî û li gel wan bûn, ber bi cêyeke din ve çûne û kes nizane bo çê hatine Mexmûrê û çima ji Mexmûrê jî piştî çend seatan ber bi cêyeke nediyar ve çûne.
Jêderên herêmî behsa vê yekê dikin ku gelek çekên giran jî li gel vê hêza han bûne.
