Piştîvaniyên Amerîkayê bo hêzên pêşmerge berdewam dibin
Cîgirê Serokê herêmê li gel şandeke leşkerî ya Amerîkayê civiya.
Cîgirê Serokê herêmê li gel şandeke leşkerî civiya.
Li gor daxuyaniya Serokatiya herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokê herêmê Şêx Cefer Şêx Mistefa û Şêwirmendê karûbarên leşkerî yê Serokatiya herêma Kurdistanê li gel şandeke leşkerî ya Amerîkayê civiyane.
Di civînê de her du aliyan behsa liv û tevgerên terorîstên DIŞIê û zêdetir bûna gefên terorîstên DIŞIê li ser ewlekariya deverê kirine.
Her di heman civînê de nîqaş li ser reformên nava hêzên pêşmerge û piştîvaniyên Amerîkayê yên bo hêzên pêşmerge hatiye kirin û şanda Amerîkî tekez li ser berdewamiya piştîvanî û hevkariyên Amerîka û hevpeymaniya cîhanî bo hêzên pêşmerge kiriye.
