THY: Em rêwiyên ji Sûriyê, Iraqê û Yemenê nabin Belarusê
Saziya Geştên Esmanî ya Tirkiyê (THY) piştî belavbûna hin zanyariyan ku beşek ji koçberan di rêya geştên wê re xwe gihandine Belarusê, wek bertekekê ragihand ku di geştên bo welatê Belarusê de ew cih nadin rêwiyên ji welatên Sûriyê, Iraq û Yemenê.
Saziya Geştên Esmanî ya Tirkiyê piştî îdîayên birina koçberan bi rêya balafiran bo Belarusê daxuyaniyek belav kir û diyar dike ku êdî rêwiyên ji welatên Sûriyê, Iraq û Yemenê bo Belarusê nabin.
Saziya Geştên Esmanî ya Tirkiyê (THY) berî çend rojan li ser îdiayên birina koçberan bi rêya balafirên wan bo Belarusê daxuyaniyek dabû û gotibû: “Di hinek kanal û organên medyaya navdewletî de tê îdiakirin ku Saziya Geştên Esmanî di geştên xwe yên bo Belarusê de zemînekê bo trafîka koçberan çêdike. Ev nûçeyên ku di medyayê de hatine belavkirin ne rast in.”
Wezareta Derve ya Tirkiyê jî doh Pêncşemê di daxuyaniyekê de, zanyariyên derbarê veguhastina koçberan bi rêya firokeyên Hêlên Esmanî yên Tirkiyê (THY) bo Belarusê red kiribû û gotibû, ew zanyarî nerastin.
Di çend nûçeyên ku di medyaya Almanya de hatine belavkirin hatibû gotin ku koçberên ku diçin Belarusê ji bajarên Moskow, Stenbol, Antalya û Şamê diçin bajarê Mînsk ê Belarusê û ji wir jî bi rêya karbisdestên Belarusê bo sînorê Polandê tên veguhestin.
Serokê Sendîkaya Polîsên Fedaral a Almanyayê Heiko Teggatz jî gotibû ku koçber bi rêya balafirên ser bi Saziya Geştên Esmanî ya Tirkiyê û Kompaniya Aeroflot a Rûsya bo Belarusê tên veguhastin.
Çend roj in bi sedan koçber ku hejmareke zêde ya wan welatiyên Kurd in li ser sînorê Belarus û Pollandayê mane asê. Koçber dixwazin ji Pollandayê derbas bibin û biçin Almanya, lê Hikûmeta Pollandayê rê nade wan.
Rudaw
