Jineke 86 salî ya Kurd li Yunanê asê maye
Dayîkeke ji Kobanî ku dibêje temenê wê 86 sal in û 2 zarokên wê jî li Almanya dimînin, ev 2 salin li Yunanê asê maye.
Ew jina temenmezin a Kurd, bi tenê ye, ne dikare xwe bigihîne zarokên xwe li Almanya, ne jî dikare vegere Kobanî.
Navê wê jina Kurd Xerîbe Şiblî ye. Li gor ku di nifûsa wê de hatiye nivîsandin, ew di sala 1942 de ji dayîk bû ye, lê ew dibêje temenê wê 86 û sal in, ne 79.
Dayîka Xerîbe, bi rûya Rûdawê bang dike, ji bo ku hinek xwedê lê derkevin û wê bigihînin zarokên wê.
Xerîbe Şiblî, dibêje, “Ez bi tenê me, nikarim karekî xwe bikim, zimanan nizanim, nikarin derkevim. Ez kal bûme. Ez alîkariyê dixwazim. Ez dixwazim biçim cem zarokên xwe.”
Cîraneke dayika Xerîbe jî dibêje, “Nexweş e, şekir pê re ye, bi tenê dimîne. Ez rojê 2-3 caran serdana wê dikim. Em daxwaz dikin alîkariya wê bê kirin û bigihînin zarokên wê.”
Kurê wê Mislim jî ji Rûdawê re got, wan parêzer girtine ji bo ku diya xwe bibin cem xwe, lê ev 2 sal in pirsgirêka wê nehatiye çareserkirin.
Rudaw
