• Thursday, 26 February 2026
logo

Senatoran derbarê HDPê de daxwazek ji Biden kirin

Gulan Media November 12, 2021 Nûçe
Senatoran derbarê HDPê de daxwazek ji Biden kirin

10 Senatorên Amerîkî derbarê doza girtina Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP) û egera  qedexeya siyasetê li ser parlamenterên wê, nameyek ji Serokê wî welatî Joe Biden re şandin.

Li gor zanyariyên hatine belav kirin 10 senatorên Amerîkî yên bi navên Christ Van Hollen, Jamse Lankford, Angus King S. Jr, Sherrod Brown, Ron Wyden, Thom Tillis, Edward J. Markey, Jeffrey A. Merkley, Jeanne Shaheen û Corry A. Booker bi nameyeke hevbeş derbarê girtina HDPê û egera qedexeya siyasetê li ser parlamenterên wê partiyê, daxwazek pêşkêşî Joe Biden kirin û hişyarî dan.

Ew senator di nameya hevbeş de  ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re dibêjin, “Em daxwaz dikin ku hûn di  peywendiyên ligel Tirkiyê de girêdayî prensîbên demokrasî, mafê mirovan û serweriya hiquqê yên welatê me bin.”

Herwiha ew senator daxwaz ji Joe Biden dikin, ku “bi Erdogan bide zanîn ku dê encamên ciddî yên girtina HDPê û qedexaya siyasetê li ser parlementerên wê,  bo Tirkiyê hebin.”

 

 

Rudaw

Top