• Thursday, 26 February 2026
logo

Qayîxekî penaberan li Behra Ege noqî avê bû û jineke kurd jiyana xwe ji dest da

Gulan Media November 12, 2021 Nûçe
Qayîxekî penaberan li Behra Ege noqî avê bû û jineke kurd jiyana xwe ji dest da

Federasyona seranser a penaberên Iraq – Kurdistanê ragehand, îşev qayîxekî penaberan li Behra Eger ya li sînorê Tirkiyê noqî avê bû û jineke kurd jî di nav kesên qurban de ye.

Li gor daxuyaniya heman federasyonê îşev 11.11.2021ê qayîxeke penaberan li Behra Eger ya li sînorê bajarê Îzmîr a Tirkiyê noqî avê bû û li gor zanyariyên berdest jineke kurd jî jiyana xwe ji dest daye.

Herwaha hat aşkera kirin ku kesûkarên wê jin a penaber pêwendî bi federasyonê ve kiriye ji bo vegerandina termê wê jinê ji bo herêma Kurdistanê û federasyonê jî amadebûna xwe nîşan daye ji bo encamdana rêkarên yasayî û vegerandina termê wê jinê bo herêma Kurdistanê.

 

Basnews

Top