• Thursday, 26 February 2026
logo

Konsulê Polandê yê li Hewlêrê: Em sînor li ber koçberan venakin

Gulan Media November 12, 2021 Nûçe
Konsulê Polandê yê li Hewlêrê: Em sînor li ber koçberan venakin

Koçberên li ser sînorê Belarûs û Polandê rijd in li ser derbaskirina sînor ku biçin welatekî Ewropayê, lê karbidestên Polandê jî dibêjin, ew sînor venakin û rê bi koçberan nadin.

Li ser sînorê Belarûs û Polandê bi hezaran koçber kom bûne û di rewşeke zehmet de ne. Hikûmeta Polandê jî berdewam hişyariyan dide û dibêje, “derbasbûna bo Polandê tenê bi rêyên yasaî dibe”, lê koçber jî rijd in li ser derbaskirina sînor.

Serokê Lîjneya Peywendî û Rewenda Kurdistan a Parlamentoya Kurdistanê Rêbwar Babekî dibêje, ji sala 2020an ve, derdora 4 ta 7 hezar kes koçberî derve bûne. Lê Serokê Dezgeha Lûtke ya ji bo karûbarên penaber û koçberan Arî Celal dibêje, tenê îsal 25 hezar kesan ji Herêma Kurdistanê koç kirine. Hejmara kesên ku ji Herêma Kurdistanê çûne û niha li ser sînorê Belarûsê ne, digihije derdora 4 hezar kesan.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cûtyar Adil jî li ser koçberiya xelkê, amaje bi wê dike ku hinek sedem hene û tekez jî dike ku ew dê lîjneyekê pêk bînin ku li ser vê mijarê raportê amade bike û pêşkêşî Encûmena Wezîran bike.

Rewşa koçberan a li ser sînorê Belarûs û Polandê û rêjeya zêde ya koçberiyê ji Iraq û Herêma Kurdistanê, hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê û parlamento neçar kirin bo dîtina rêya çareseriyekê û biryar e şandeke Parlamentoya Kurdistanê li ser vê mijarê biçe Belarûs û Polandê û li gel berpirsên herdu welatan û koçberan bicivin.

Roja Çarşemê jî Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê li ser raspardina serokwezîr, dê serpereştiya civîneke taybet a bi rewşa koçberan û pirsa koçberiyê bike.

Poland û YE, serokomarê Belarûsê bi wê yekê tometbar dikin ku “koçberan han dide û wek karteke fişarê bikar tîne” û ew dibêjin, dê cezayên nû bi ser Belarûsê de bisepînin.

Serokomarê Belarûsê Alexander Lukashenko jî dibêje, ew dê bersiva her cezayekê bidin ku ji aliyê Ewropa ve bi ser wan de bê sepandin.

Herwiha welatên cîranên Belarûsê jî ji ber pêla koçberan, bi hezaran endamên hêzên emnî li ser sînorê xwe yên li gel wî welatî bicih kirine tedbîrên tund wergirtine.

Konsulê Polandê yê li Herêma Kurdistanê Dominik Musiał ji Rûdawê re ragihand, “Em kêfxweş in ku alîkariya koçberên li ser sînor bikin, lê divê hizir li ser çareseriyeke giştî ya pirsgirêkê bê kirin. Wergirtina hezar, an du hezar kesan û niştecihkirina wan li cihekî diyarkirî, ev nabe çareserî û dê wisa bike pirsigirêk mezintir bibe. Em ne amade ne deriyê wergirtinê an jî derbasbûnê bo koçberan vekin.”

Li gor komîsyona ser bi Netewên Yekbûyî, sala 2021, hejmara penaberan li cîhanê nêzikî 26 milyon û 400 hezar kesî bûye ku beşek ji wan Kurd in.

 

Rudaw

Top