• Thursday, 26 February 2026
logo

Hûrgiliyên êrişa Tirkiyê ya li Qamişlo

Gulan Media November 11, 2021 Nûçe
Hûrgiliyên êrişa Tirkiyê ya li Qamişlo

Tirkiye li ser êrişên yên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê berdewam e û duh jî kesayetiyekî diyar ê Rojavayê Kurdistanê li gel du neviyên xwe bû qurbaniya êrişa bi dronan a Tirkiyê.

Duh demjimêr 15.00 bû dema ku dengê gurmîniyê bajarê Qamişlo hejand, sê kesên ji malbatekê bûn armanca êrişa dronên Tirkiyê.

Welatiye dibêje, “Ez li hewşê paldayî bûm û min dît gurmînî hat, ez vecinqîm min got, top li mala me ket, min got qey topek ji Tirkiyê hat,  ez derketim derve min dît agir bi otomobîlekê dikeve û ez nizanim  çawa wilo bûye.”

Şahidhalekî bûyerê dibêje, “Ez di ber re derbas bûm û min dît teqiya ez dibêjim qey balafira dron e û sê kes jî têde bûn.”

Kesayetê siyasî û civakî yê Yûsif Gulo yê 73 salî bi du neviyên xwe re yên 36 sal û 25 salî di encama wê êrişê de şehîd ketin.

Ji aliyê xwe ve asayîşa Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyek fermî derbarê bûyerê de, daxwaz ji welatên gerentor Amerîka û Rûsya dike,  rê li ber bin pêkariyêpêkariyên Tirkiyê bigirin.

Şahidhalekî din diyar dike, “Camê me tevde şikestin, yên min û cîranê min, çîmento ji dîwaran radibû, otomobîl dimeşiya û ji nişkêve teqiya.”

Di 19 û 22 meha Tebaxa îsal de, herwiha di 20 û 23 Cotmeha heman salê, otomobîlên kesayet û rayedarên Rêveberiya Xweser ketine ber êrîşên bi dronan ên Tirkiyê û ev otomobîl jî ya 5 bû.

Ev jî di demekê de ye ku, piştî encamdana sê operasyonên bejayî li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve, Serokomariya wî welatî behsa encamdan operasiyoneke din bi şêwazekî nû kir, dibe ku êrîşên  esmanî û bi armacgirtina kesayetên diyar di nava Rêveberiya Xweser de ew şêwazê nû be yê ku Tirkiya behsa wê kir.

 

Rudaw

Top