Polîsê Polandayê: 50 koçber hatin desteserkirin
Polîsê Polandayê ragihand; îro çarşemê 50 penaber desteser kirine, ku bi rêya neyasayî di nava 24 demjimêrên borî de ji Belarusê derbasî nav axa Polandayê bûne.
Polîsê Polandayê eşkere ku bi hûrgilî li pey wan koçberan digerin, ku derfet dîtine û ji sînor derbas bûne.
Berdevkê Polîsê Polandayê ragihand ku zêdetirî pêncî koçber hatine desteserkirin, ku bi rêya neyasayî derbasî nav axa Polandayê bûne.
Sînor hatine têlbendkirin
Wezîrê Berevanî yê Polandayê jî bi rêya radyoyê ragihandiye ku rewş ne aram e, komeke biçûk a koçberan hewla derbasbûna sînorê Yekîtiya Ewropayê didin.
Herwiha diyar kiriye ku beriya du rojan komeke mezin a koçberan hewl dane sînor derbas bikin, lê belê niha karê wan ligel wan komên biçûk e ku di eynî wextê de û ji çend cihan êrîş dikin ser sînor û dixwazin sînor derbas bikin.
Wezareta Berevanî ya Polandayê rexne li Belarusê digre û dibêje: “Rayedarên Belarusê koçberan ditirsînin, da ku neçar bibin sînorê Polandayê derbas bikin.”
Wezaretê li ser hesabê xwe yê Twitterê du kurte-vîdyo belav kirine, ku kesekî çekdar bi cilûberên serbazî teqe dike û koçberan ditirsîne, da ku berê xwe bidin Polandayê.
K24
