• Thursday, 26 February 2026
logo

Kremlîn: Tohmetbarkirina Rûsyayê bi kêşeya penaberan neberpirsyarî ye

Gulan Media November 11, 2021 Nûçe
Kremlîn: Tohmetbarkirina Rûsyayê bi kêşeya penaberan neberpirsyarî ye

Koşka Kremlînê tohmetên Serokwezîrê Polandayê red kir, ku Rûsya weke berpirsyarê qeyrana penaberan li deverên sînorî yên Belarus û Polandayê tohmetbar kiribû.

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitriy Peskov di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re ragihand: “Baweriya me ew e ku daxuyaniya Serokwezîrê Polandayê û tohmetbarkirina me bi derxistina qeyrana penaberan, reftareke neberpirsyarî ye.”

Dmitriy Peskov destnîşan kir ku Rûsya van daxuyaniyan red dike û bi ti awayî cihê qebûlkirinê nîne.

 

K24

Top