• Tuesday, 17 February 2026
logo

EFRÎN – Jinan li Mobata li dijî çekdaran xwepêşandan kir

EFRÎN – Jinan li Mobata li dijî çekdaran xwepêşandan kir
Jinên bajarokê Mobata yê ser bi Efrînê ve li dijî çekdarên opozisyona Sûriyê xwepêşandanek lidar xistin.



Çavkaniyeke taybet ji nava bajarokê Mobata ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn, ku îro Duşemî 11ê Hezîranê danê sibehî, jinên wê bajarokê li pêşiya navenda hêzên Tirkiyê xwepêşandanek saz kirin.



Bi gotina vê çavkaniyê han, jinên ku xwepêşandan kirin, li dijî kiryarên çekdarên opozisyona Sûriyê yên li hember xelkê deverê nerazîbûna xwe nîşan dan.



Li gorî heman çavkaniyê, şeva bihorî çekdarên opozisyona Sûriyê avêtibûn ser malên nîşteciyên bajarokê Mobata û nêzîkî 100 kesî girtibûn.



Ji dema kontrolkirina herêma Efrînê bi destê Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ve, gelek raport di medyayên cîhanî û herêmî de belav dibin, ku têde amaje bi wê yekê tê kirin, ku çekdar zulm û zorê li xelkê Efrînê dikin û bi kêfa xwe xelkê digirin û dest datînin ser mal û mulkên welatiyan. Herwiha raport tên belavkirin, ku çekdar mal u mulkên xelkê talan dikin û ji xwe re dibin.



Herêma Efrînê ji roja 18ê adara îsal ve di bin kontrola Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de ye.



Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê di 20ê çileya 2018an de dest bi operasyona Çiqlê Zeytûnê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiribûn û piştî 58 rojan ji şer, di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê xistibûn bin kontrola xwe.

Rudaw
Top