Amerîka: Em bo nexşerêya Minbicê amade ne
James Mattis li Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) digel endamên çapemeniyê civiya.
Di bersiva pirsa "Gelo dê kengî nexşerêya Minbicê bê sepandin?" de Mattis got: "Amerîka li Minbicê ji bo hevkariya leşkerî ya Tirk-Amerîkan amade ye."
Mattis anî ziman ku hefteya borî wezîrê karê derve yê herdu welatan mijara hevkariyê li Minbicê gotûbêj kirine û got: "Di eniya pêş de em ji bo hevkariyê amade ne. Ev jî ji zanîna wê yekê destpê dike ku ka em bi hevdu re li kuderê ne."
Mattis wiha pê de çû: "Di vê mijarê de, ez nizanim kîjan roje lê emê vê hefteyê bicivin. Artêşa Tirkiyê dê vê hevdîtinê li Fermandariya Ewropayê ya li Sttutgartê (EUCOM) bike. Hûrgiliyên nexşerêyê tên nirxandin."
Rudaw
