Duh û îro ya hevdîtina Trump û Kim Jong-un
Trump piştî li Koşka Spî bicîh bû, dest bi pêkanîna sozên xwe kir. Wî hertim digot: “Ez mirovekî bazirgan im û baweriya min bi girêbestên bazirganiyê heye.” Trump mekanîzmaya xwe ya aborî jî veguheste nav rêveberiya Waşîngtonê jî.
Trump hê di destpêka desthilata xwe de dest bi hizra çareserkina qyrana Koreya Bakur kir. Di serî de bi zêdekirina guvaşên medyayî yên li ser reveberiya Pyongyangê dest bi hewldanan kir. Lê Kim Jong-un jî bi heman awayî berisv da wî û bi ser de jî mûşekên xwe yên nû ceriband.
Di nav germahiya şerê gotinan de zanyariyên îstîxbaratî derketin, ku behsa egera encamdana hevdîtina herdu serokan dihate kirin.
Wezîrê berê yê derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di daxuyaniyekê de got, ku ne pir zehmet e, ku hevdîtineke wiha çêbibe. Ji ber ku ev demeke Trump Koreya Bakur xistiye aqlê xwe û bi cîdî li ser vê yekê hizran dike.
Piştî ku Tillerson ji kar hate dûrxistin, Mike Pompeo di cihê wî de dest bi kar kir, hingî ji bo pêkanîna vê hevdîtinê jî dîplomasiyeke nehênî, li jûrên dirtî dest pê kir.
Piştî demekê medyayê eşkere kir, ku Pompeo bi nehênî serdana Koreya Bakur kiriye û li gel Kim Jong-un civiyaye.
Roja 18ê Nîsana îsal jî Trump bi twittekî hemû guman ji holê rakirin û eşkere kir, ku Pompeo û Jong-un hevdîtine û hevdîtin jî pir erênî bûye.
Trump amaje bi wê yekê kir, ku wan destpêkeke baş kirine ji bo ji holê rakirina çekên atomî dê gavên mezintir jî werin avêtin.
Roja 21ê Nîsanê Trump careke din ragihand, ku Koreya Bakur razî bûye hemû ceribandinên xwe yên atomî rawestîne û pêgehên ceribandina mûşekan jî bigre. Trump wê demê eşkere kir, ku niha ew li hêviyê ye li gel Kim Jong-un civîna kopitkê encam bide.
Roja 10ê Gulanê jî Serokê Amerîkayê bi twittekî din ragihand, ku roja 12ê Hezîranê civîna dîrokî dê were kirin.
Îro, wate 12ê Hezîranê, herdu serokan li Sîngapûrê hev dîtin. Çavê tevahiya cîhanê jî li vê hevdîtinê bû. Serokên heredu welatan, piştî 68 salên qeyranê, yekemîn car hatine ba hev.
Rudaw
