• Thursday, 26 February 2026
logo

Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê berf dibare

Gulan Media November 9, 2021 Nûçe
Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê berf dibare

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê belav kiriye ku sê rojan berf li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê dibare û pileyên germê bi awayekî berçav dadikevin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê, îro 9ê Mijdara 2021ê berf li parêzgehên Sêwaz, Erzîngan, Qers, Erzerom, Wan, Mûş, Bedlîs û Agirî dibare. Berfbarîn heta nîvê şeva Pêncşembê berdewam dike.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê ragihand ku sibe Çarşembê 10ê Midarê, wate di roja duyem a berfbarînê de, li Colemêrgê jî berf bibare. Roja Înê 12ê Mijdarê, heta dawiya hefteya bê keşûhewa normal dibe.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin ku di dema wan hersê rojên berfbarînê de, pileyên germê bi kêmanî 6 pile dadikevin û bi şev hinek caran heta 8 pileyan dadikeve.

 

 

Rudaw

Top