• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li gundeke Kakeyiyên Daquqê terorîstên DAIŞê 6 hemwelatî revandin!

Li gundeke Kakeyiyên Daquqê terorîstên DAIŞê 6 hemwelatî revandin!
Berpirseke PDKê ragehand, li gundeke kurdên Kakeyî yê bajarokê Daquqê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê terorîstên DAIŞê 6 hemwelatî revandin.

Berpirsê navçeya Daquqê yê PDKê Hîwa Reşîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 11.06.2018ê demjimêr 02:00ê ber bi sibehê ve 25 terorîstên DAIŞê êrîş kirin ser gundê Zenqer ê kurdên Kakeyî û di encamê de kesayetek navçeyê yê tê nasîn ê bi navê Ferhad Axayê Kakeyî û 5 hemwelatiyên din ên ereb ku li gel Ferhad Kakeyî karker bûn û kar dikirin hatin revandin û ew birin cîheke ne diyar.’’

Herwaha got: ‘’Heman demê de wan terorîstan wesayîta yek ji kesên revandine jî li gel xwe birin û heta naha çarenivîsa wan kesên hatine revandin ne diyar e.’’

Piştî dagir kirina sînorê parêzgeha Kerkûkê ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ve bi rêkeftina li gel grubeke xiyanetkar a 16ê cotmehê ve, rewşa ewlehiya sînorê parêzgeha Kerkûkê têkçûye. Herwaha terorîstên DAIŞê li gor dilê xwe li derdora Kerkûkê tevgerê dikin û xelkê dikujin û direvînin û ji ber wê jî tirseke mezin di nav xelkê de ava bûye. Herwaha tevgera çekdarên DAIŞê li çend navçeyên ser bi Xaniqîn û Diyaleyê zêde bûye û hêzên Iraqê jî div ê derbarê de bêxem in.

Basnews
Top