• Thursday, 26 February 2026
logo

Serokê Polandayê daxwaza çareseriyeke bilez dike

Gulan Media November 9, 2021 Nûçe
Serokê Polandayê daxwaza çareseriyeke bilez dike

Serokê Polandayê Andrzej Duda daxwaz kir ku demildest civînek were lidarxistin ji bo gotûbêjkirina rewşa deverên sînorî yên Polanda û Belarusê.

Polanda bi têlbendkirina sînorên xwe û girtina wan li rûyê penaberên neyasayî ku ji Belarusê berê xwe dane Polandayê ve mijûl e.

Biryar e civîn bi beşdariya serokwezîr û fermandarên ewlehiyê û saziyên bilind ên her du dewletan birêve biçe.

Di vê çarçoveyê de îro hêzên ewlehiyê yên Polandayê ragihand; rê li ber hewldaneke berfireh a derbaskirina sînor girtine, ku bi dehan penaberên li ser sînorê Belarusê xwestine derbasî Polandayê bibin.

Yekîtiya Ewropayê di wê baweiryê de ye ku Belarus li dijî Yekîtiya Ewropayê karta penaberan bi kar tîne.

Beriya niha ji Iraqê bi hezaran kes ji bo gihîştina Ewropayê berê xwe dabûn Belarusê û niha beşek ji wan li deverên sînorî û di nav daristanan de asê mane û di rewşeke dijwar a mirovî de ne.

Top