Li dijî êrişa li ser mala Kazimî peyameke tund ji Biden
Serokê Amerîkayê êrîşa ser mala serokwezîrê Iraqê şermezar dike û destxweşiyê li Kazimî dike li beramber banga wî ya liserxwebûn û pêkanîna diyalogê bo parastina saziyên dewletê. Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê êrîşê de ku serê sibeha roja Yekşemê dijî mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hatiye kirin daxuyaniyek belav kir.
Di beşekî daxuyaniyê de tê gotin: ”Divê encamderên wê êrîşa terorîstî ku dijî dewleta Iraqê hatiye kirin bên ceza kirin. Ez bi aweyekî herî dijwar wan kesan şermezar dikim ku ji bo lawazkirina proseya demokrasiyê tundûtûjiyê bikar tînin. Min daxwaz ji Tîmên Ewlehiya Nîştimanî ya xwe kirine ku alîkariyên guncav pêşkêşî hêzên ewlekariyê yên Iraqê bikin, di demêkê de ku ew hêz bo dîtîna encamderên wê êrîşê lêkolînan dikin.
Joe Biden, Serokê Amerîkayê, dibêje, “Divê encamderên wê êrîşa terorîstî ku dijî dewleta Iraqê hatiye kirin bên ceza kirin. Ez bi aweyekî herî dijwar wan kesan şermezar dikim ku bo lawazkirina proseya demokrasiyê tundûtûjiyê bikar tînin. Min daxwaz ji Tîmên Ewlehiya Nîştimanî ya xwe kiriye alîkariyên guncav pêşkêşî hêzên ewlekariyê yên Iraqê bikin, di demêkê de ku ew hêz bo dîtîna encamderên wê êrîşê lêkolînan dikin."
Ew daxuyanî piştî wê yekê hat ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi telefonê ligel serokwezîr axifî û li gor daxuyaniya Ofîsa Kazimî, Blinken acizî û nîgeraniya xwe derbarê wê êrîşa tirsonek a dijî Mistefa Kazimî de aniye ziman û ew êrîş wek destdirêjiyekê bo ser Iraq û serweriya wê pênase kiriye.
Serokwezîrê Brîtanyayê jî peywendiyeke telefonî ligel hevtayê xwe yê Iraqî kir û wek di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê de tê gotin, Boris Johnson êrîşa ser mala Mistefa Kazimî şermezar kiriye. Li gor daxuyaniyê, "Boris Johnson êrîşa terorîstî şermezar kiriye ku armanca wê kuştina Kazimî bû. Johnson piştîvaniya bihêz a Brîtanyayê bo Iraq û hikûmeta wê aniye ziman bo hewlên wê yên anîna ewlehî û aramiyê."
Ofîsa Ragihandinê ya Kazimî, diyar kir, “Boris Johnson êrîşa terorîstî şermezar kiriye ku armanca wê kuştina Kazimî bû. Johnson piştîvaniya bihêz a Brîtanayayê bo Iraq û hikûmeta wê aniye ziman bo hewlên wê yên anîna ewlehî û aramiyê.”
Wezîra Derve ya Brîtanyayê Lîz Tres jî di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê da ku London di redkirina tundûtûjiya siyasî de ligel hikûmeta Iraqê, hêzên ewlekariyê û gelê wê dibe û piştgiriya daxwaza serokwezîr a derbarê asayîkirina rewş û aramiyê dike.
Wezareta Derve ya Fransayê jî di daxuyaniyekê de dibêje Parîs bi tundî hewla kuştina Serokwezîrê Iraqê şermezar dike û daxwazê ji berpirsên Iraq û xelkê wî welatî dikin ku bêhn fireh bin. Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin ku, "Fransa piştîvaniyeke tam li proseya demorasiya Iraqê dike. Fransa her cor nearamî, tundûtûjî û hewleke tirsandinê ya li wî welatî red dike. Fransa piştîvaniya xelk û berpirsên Iraqê û daxwaza aramiyê dike."
Wezareta Derve ya Fransa ragihand, “Fransa piştîvaniyeke tam li proseya demorasiya Iraqê dike. Fransa her cor nearamî, tundûtûjî û hewleke tirsandinê ya li wî welatî red dike. Fransa piştîvaniya xelk û berpirsên Iraqê û daxwaza aramiyê dike."
Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlehiya Yekitiya Ewropa Josep Borrell jî daxuyaniyek belav kir û dibêje: “Yekitiya Ewropa bi tundî hewla kuştina Mistefa Kazimî şermezar dike. Hewl tên dayîn ku encamderên wî tawanî cezayê xwe werbigrin. Her tundûtûjiyek nayê qebûlkirin û nabe rê bê dayîn ku proseya demokrasiyê bê lawaz kirin.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: "Di qonaxa dawî ya bireveçûna hilbijartinê de liserxwebûn û diyalog pêwîst e. Divê hemû alî beşdarî diyalogên siyasî bibin û hevahengiya wan hebe bo bersivdana wan astengiyan ku rûbrûyî Iraqê bûne. Hebûna wê diyaloga siyasî û hevahengiyê di berjewendiya Iraq û gelê wê de ye.”
Rudaw
