Pîr Xidir Silêman: Eger hikûmeta Iraqê ya hemûyan e bila rêkeftina Şingalê bicîh bîne
Siyasetmedarê êzîdî Pîr Xidir Silêman dibêje, eger bi rastî hikûmeta Iraqê hikûmeta hemû Iraqiyan e divê rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê bicîh bîne.
Siyasetmedarê êzîdî Pîr Xidir Silêman ji BasNewsê re got, hikûmeta Iraqê li hember xelkê xwe bi taybet li hember kurdên êzîdî xemsar e ji ber ku heta niha kurdên êzîdî ti xêrek ji wê hikûmetê nedîtine. Xêr û bêrên Iraqê bûye agir û em di nav de dişewitin.
Pîr Xidir Silêman her wiha got, hinek hêz û alî dixwazin Şingalê ji Kurdistanê veqetînin lê xelkê Şingalê di hilbijartinan de nîşan dan ku bi tundî li dijî vê yekê ne, çimkî dengên xwe dan kandîdên PDKê û erka xwe ya netewî bicîh anîn.
Wî siyasetmedarê êzîdî behsa rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê jî kir û got, hêzên ne qanûnî li pêşiya wê rêkeftinê asteng in, ji ber wê jî eger hikûmeta Iraqê bi rastî hikûmeta hemû Iraqiyan e, divê wê rêkeftinê bicîh bîne da ku em jî mîna xelkê Başîk û Behzanê vegerin ser cih û warê xwe.
Basnews
