• Tuesday, 17 February 2026
logo

PDKÎ: Di şerê Şino de herî kêm 9 pasdar hatine kuştin û 18 jî birîndar bûne

PDKÎ: Di şerê Şino de herî kêm 9 pasdar hatine kuştin û 18 jî birîndar bûne
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand, di şerê Şino de herî kêm 9 pasdarên Îranê hatine kuştin û 18 jî birîndar bûne.

Pêr bi şev li devera Siyako ya bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, di navbera pêşmergeyên Rojhilatî û pasdarên Îranê de şer derketibû.

Li ser wî şerî, PDKÎ daxuyaniyek belav kir û ragihand, di wî şerî de herî kêm 9 pasdarên hatine kuştin û 18 pasdar jî biîrndar bûne.

Çavkaniyên Sipaha Pasdaran jî dibêjin, di wî şerî de 7 pêşmerge hatine kuştin û birîndar bûne. Li ser vê yekê jî PDKÎ ragihandiye, ew nûçe hemû derew in. Bila her kes piştrast be ku di wî şerî de tiştek bi pêşmergeyan nehatiye.

Basnews
Top