Serokwezîr û Balyozê Amerîkayê xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê dinirxînin
Di civînekê de ku Konsulê Amerîkayê li Hewlêrê amade bû, şandeya mêvan behsa pêşhatên dawiyê yên hilbijartina û biryarên parlamentoya Îraqê derbarê encamên hilbijartinan kir û di vê çarçoveyê de her du aliyan tekîd li ser yekdengiya hemû aliyan ji bo serxistina pirosesa siyasî li îraq kir û hêvî xwestin ku ew arîşeyên çêbûne bên çareser kirin da nebine rêgir di pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de.
Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Amerîkayê re diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyîn siyasî lêdixebitin ku bi yekgirtî beşdariyeke cidî di pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de bikin bi awayekî ku aramiya siyasî û aborî ji Îraqî re bi xwe re bîne.
