Almanyayê spasiya hêzên ewlekariya Kurdistanê kir
Li gorî zanyariyên Polîsê Almanyayê, penaberekî xelkê Iraqê yê bi navê Elî Beşarê 20 salî, roja 22-23ê Gulanê destdirêjiyê sêksî li keçeke 14 salî ya bi niavê Susanna Fêldman a bi nijad cihû kiriye û ew kuştiye.
Ev 2 roj in wêneyên tometbar li seranserê Almanyayê hatine belavkirin. Lê Polîsê Almanyayê radigihîne, ku tometbar bi pasaporteke din, ligel dayik, bav û 5 xuşik û birayên xwe ji Almanya reviyaye û ji Doseldorfê çûye Hewlêrê, li wir jî ji aliyê hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê ve hatiye girtin.
Li ser vê yekê Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Horst Seehofer jî ragihand: “Hêzên ewlekariya Kurd li bakurê Iraqê Elî Beşar girtine. Ji ber vê em spasiya wan dikin. Ez spasiya beşdarbûna hêzên ewlekariya Kurd dikim, ku ev yek encam dane. Ev yek serkeftina encama hemahengiya hêzên ewlekariya Kurd û polîsên Almanyayê ye.
Horst Seehofer herwiha da xuyakirin, ku ji bo Elî Beşar were radestkirin hemû rêkarên pêwîst hatine kirin.
Hêjayê gotinê ye, ku kesê tawanbar di cotmeha 2015an de bi riya Tirkiyê çûbû Almanyayê û daxwaza mafê penaberiyê li wî welatî kiribû.
Rudaw
