• Tuesday, 17 February 2026
logo

PDK:Dubare hijmartina dengdana taybet dijatiya pêşmerge û Kurdistanê ye

PDK:Dubare hijmartina dengdana taybet dijatiya pêşmerge û Kurdistanê ye
Frakisyona PDKê dibêje em ew biryara han bi ti awayî qebûl nakin
Frakisyona PDKê derbarê biryara parlementoya Îraqê de daxuyaniyek weşand.

Frakisyona PDKê ya li parlementoya Kurdistanê derbarê biryara parlementoya Îraqê de ya derbarê dubare û bidest hijmartina dengên, dengderên Kurdistanê bi taybet dengên hêzên pêşmerge û hêzên ewlekarî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku ev biryara parlementoya Îraqê dijatiya raste rast, ya Kurdistan, hêzên pêşmerge û îradeya xelkê Kurdistanê ye û em ew biryara han red dikin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku ev biryara han biryareke nerast, ne destûriye û neheqiyeke ku derheq bi gelê Kurdistanê tê kirin û bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Top