Akşener li Çewligê hat protestokirin
Li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê di dema serdana Seroka IYI Partiyê Meral Akşener de, kesekî nerazîbûn nîşan da û ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Seroka IYI Partiyê Meral Akşener ev demek e li bajarên Bakurê Kurdistanê digere û serdana dukandar û xelkê dike.
Meral Akşenere îro jî li bajarê Çewligê bû dema ku serdana esnaf û dukandaran dikir, kesekî ku xwe wek “kesûkarê şehîd” binav kir, nerazîbûn nîşanî Akşenere da.
Li gor zanyariyan wî kesî îdîa kiriye ku Akşener û partiya wê “nêzikî HDPê” dibin û ji ber vê yekê nerazîbûn nîşan daye.
Li gor zanyarî û vîdyoyên ku belav bûne, piştî vê nerazîbûnê hejmareke xelkê kom bû û polîsan jî ji bo belavkirina wê qelebaxliyê, gaza rondikrêj bikar anîn û kesê ku nerazîbûn nîşan dabû jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Meral Akşener jî amaje bi wê kir ku ev 23 meh e serdana dikandaran dike, rexne li partiya desthilat nedigirtine û bangeşeya partiya xwe jî nekiriye û “di dema hilbijartinê de kîjan partî esnafan qanih bike, ew dê deng bidin wê partiyê.” Herwiha Akşener serdana xwe ya li Çewligê berdewam kir.
Ev yek di demekê de ye ku berî hefteyekê jî li Sêrtê welatiyekê ji Seroka IYI Partiyê re gotibû, “mafên me, zimanê me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin, niha ev cihê ku tu lê yî Kurdistan e” û ji ber van gotinan, ew hemwelatiyê Kurd hatibû desteserkirin û paşê hatibû berdan.
Rudaw
