• Thursday, 26 February 2026
logo

Kiliçdaroglu sûnd xwar: Ezê Qendîlê bi erdê re bikim yek!

Gulan Media November 4, 2021 Nûçe
Kiliçdaroglu sûnd xwar: Ezê Qendîlê bi erdê re bikim yek!

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu gef li PKKê xwar û got, "Ez soz didim eger ez vê hêlîna bi navê Qendîlê bi erdê re nekim yek, bila ji min re nebêjin Kiliçdaroglu."

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li Yozgatê ligel nûnerên rêxistinên dezgehên sivîl û rihspiyên bajêr civiya û axivî.

Kiliçdaroglu, ku êdî hemû civînênên wî mîna mîtîngên hilbijartinan e, daxwaz kir ku xelk dengên xwe bidin wî û partiya û wî bînin ser desthilatê.

Kiliçdaroglu gef li PKKê jî xwar û got: “Em têkoşîna dijî terorê wek van nakin. Soz didim eger ez vê hêlîna bi navê Qendîlê bi erdê re nekim yek, bila ji min re nebêjin Kiliçdaroglu. Ez ti carî pêlavên leşkerî yên biyanî li ser vê axê naxwazim.”

Kileçdaroglu herwiha anî ziman: “Têkoşîn karê wêrekiyê ye, têkoşîn karê zendê ye, têkoşîn ne ew e ku, gelo Biden bi min re keniya an nekeniya, an Biden dest da min an neda min. We dît ku Mistefa Kemal an serokekî din di serdanên xwe yê derve de ket rewşeke wiha. Ez fedî dikim, ez fedî dikim. Silavê dide yan nade, dest dirêj dike an nake. Dest ji van berdin.”

 

Basnews

Top