• Thursday, 26 February 2026
logo

Metirsî li ser ketina paytexta Etiyopyayê çêbûye

Gulan Media November 4, 2021 Nûçe
Metirsî li ser ketina paytexta Etiyopyayê çêbûye

Salek berî niha, çekdarên Eniya Rizgarî ya Gelê Etiyopyayê li ber jinavçûnê bûn, niha dest bi êrîşeke berevajî kirine û metirsî li ser Addis Ababa paytext çêbûye. Ev pêşketina çaverênekirî ya çekdaran li dijî hikûmeta Etiyopyayê berpirs neçar kirine ku hemû hêzan bixin amadebaşiyê û li seranserê welat jî rewşa awarte rabighînin.

Derbarê mijarê de Fermandarê Giştî yê Hêza Berevaniya Niştimanî ya Etiyopya Bacha Debele dibêje: “Eniya Rizgariya Niştimanî ya Gel terorîst in, ev tenê şerê serbazên hikûmetê nakin, niha ji destê wan derketiye, evana şerê hemû gelê Etiyopyayê dikin. Eger pirsyarê ji min bikin çima şerê hemû xelkê Etiyopyayê dikin, ez ji we re dibêjim çima, armanca wan ev e duberekiyê bixin nav gel.”

Ji Mijdara 2020an ve tam salek berî niha artêşa Etiyopyayê li herêma Tigrayê dest bi êrîşeke berfireh bo ser çekdarên Eniya Rizgarî (TPLF) kir, di dema mehekê de herêm ji destê wê grûpê derxist, ev şer û pevçûn li bakurê Etiyopya bûn sedema derbiderbûna du milyon kes û derketina krîzeke hejarî û birçîtiyê. Niha ligel berfirehbûna şer li derdora paytext, careke din metirsî li ser kurbûna krîzê û derbiderbûna xelkê çêbûye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price jî dibêje: “Derbarê Etiyopyayê de, ka mebestê bighînim ku em gelekî ji zêdebûna tevlîheviyan nîgeran in, ji berfirehbûna şer û pevçûnan ku me li bakurê Etiyopya û navçeyên seranserê welat dîtine. Em ji zêdebûna metirsiyên li ser yekrêzî û pêkvejiyana dewleta Etiyopyayê nîgeran in.”

Çavkaniyeke bilind a Etiyopî ji medya Amerîkayê re gotiye,  êrîşa vê carê ya çekdarên Eniya Rizgarî gelekî mezin e, ligel hêzekê bûne yek bi navê artêşa Rizgarî, dibêje eger bixwazin paytext bigrin di dema çend demjimêran de tên hundir, lê ew çekdar li benda rêkeftinekê ne li ser parvekirina desthilatê.

Heta niha wan çekdaran du bajarokên serekî li derdora Addis Ababa girtine, Serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ahmed daxwazê ji xelkê xwe dike çekan hilgirin û dijî hêzên Tigrayê rawestin. Ew hemû şer û pevçûn piştî belavbûna çendîn raportên rêxistinên navdewletî tên ku dibêjin ji wê dema şer destpê kiriye, çendîn komkujî û tawanên mirovî hatine kirin, Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike ku hemû kesên destê wan di wan tawanan de heye bên cezakirin.

 

Rudaw

Top