• Thursday, 26 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî bo Xwendekaran: Hun çavkaniya hêzê ne

Gulan Media November 4, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî bo Xwendekaran: Hun çavkaniya hêzê ne

Serokwezîr tekez li ser piştîvaniya hikûmetê bo Xwendekaran dike.
Beşdarî di merasîma derçûna Xwendekarên zanîngeha Kurdistanê kir.

Îro danê êwarê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî di merasîma derçûna (mezûniyeta) Xwendekarên zanîngeha Kurdistan- Hewlêrê kir û gotarek jî pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de pîrozbayî li Xwendekaran kir û spasiya Mamosteyan jî kir.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa girîngiya rola Xwendekaran di pêşeroja welat de kir û ragihand ku hun weke Xwendekarên vê welatî çavkaniya hêzêne bo pêşeroja welatê xwe, hun xala destpêkê ya jêrxana civaka pêşkeftîne û çavkaniyê hêviyê ne bo civaka xwe.

Serokwezîr tekez li ser piştîvaniya berdewam ya hikûmetê bo Xwendekaran kir û got: Hikûmeta bi domandina reforman hewl bo afirandina derfetên karî yên baş bo Xwendekaran dide.

Top