Biryara girtinê bo 100 rayedarên cendirmeya Tirkiyeyê hate dayîn
li 40 navçeyan operasiyon destpê kiriye.
Bi hinceta endam bûn di cemaeta Gulen de biryara girtinê hatiye dayîn.
Di çarçoveya operasiyonên dijî endam û alîgirên cemaeta Gulen, îro dozgeriya giştî ya Enqereyê biryara girtinê bo 100 rayedarên hêzên Cendirme yên Tirkiyeyê bi hinceta endam bûn di cemaeta Gulen de, da.
Bo binçav kirina rayedarên han li 40 navçeyên curbicur yên Tirkiyeyê operasiyonên hevdem hatine lidarxistin.
