• Thursday, 26 February 2026
logo

HDP parastina xwe radestî Dadgeha Destûrê dike

Gulan Media November 3, 2021 Nûçe
HDP parastina xwe radestî Dadgeha Destûrê dike

Di doza girtina HDPê de ku ji 500 endamên partiyê re qedexeya siyasî tê xwestin, dema bo parastinê hatibû dayîn, roja Şemiyê 6 Mijdarê bi dawî dibe. Li gor medyaya Tirkiyê, Komîsyona Hiqûqê ya HDPê parastineke ku ji 150 rûpelan pêk tê amade kiriye û 5ê mehê dide Dadgeha Destûrê ya wî welatî.

Dema parastina HDPê di meha Îlonê de bi dawî dibû, lê HDPê ji bo parastineke berfireh daxwaz kir ev dem bê dirêjkirin. Dadgeha Bilind dema parastinê heta 6ê Mijdarê dirêj kir.

Berpirsên HDPê di wê baweriyê de ne ku partiya wan nayê girtin lê dîsan jî dixwazin bersiva hemû tohmetan bi hûrgilî bidin. Rêveberên HDPê dibêjin, bi parastineke bi bandor biryara girtinê û qedexeyên siyasî pûç dikin.

HDPê di daxwaznameya parastinê de behsa pêvajoya amadekirina îdianameyê, naveroka wê, pêvajoya qebûlkirinê û îtîrazên hiqûqî dike. HDPê bi bîr xist ku di çarçoveya îtîrazên hiqûqî de nabe îdianameyeke bi vî awayî bê amadekirin û eger bê amadekirin jî pêwîst e neyê qebûlkirin. HDPê herwiha di daxwaznameya xwe de anî ziman ku “Doz ne ji ber sedemên hiqûqî, lê ji ber sedemên siyasî hatiye vekirin.”

HDP dê parastina xwe 5ê Mijdarê yan jî ji ber 6ê Mijdarê li Tirkiyê daîreyên hikûmî girtî ne 8ê Mijdarê roja Duşemê bide Dadgeha Destûrê. Piştî radestkirina parastina nivîskî dê hiqûqnasên HDPê derbarê naveroka parastinê de civîneke çapemeniyê saz bikin.

Parastina HDPê dê ji aliyê Dadgeha Destûrê ve bo Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahin bê şandin. Pêwîst e serdozger di mehekê de nêrîna xwe bo Dadgeha Destûrê bişîne û HDP jî bi devkî û nivîskî dest bi parastina xwe bike. Tê çaverekirin ku hiqûqnasên HDPê parastineke siyasî bikin.

Piştî temambûna parastina devkî û nivîskî dê raportorên Dadgeha Destûrê rapora xwe amade bikin û pêşkêşî 15 endamên Dadgeha Destûrê bikin. Piştî wê jî dê rojek bê destnîşankirin û 15 endamên Dadgeha Destûrê ji bo doza HDPê bicivin û biryarê bidin. Tê çaverêkirin ku pêvajoya biryarê heta meha Gulan-Hezîrana 2022ê temam bibe.

Ji bo derbarê HDPê de biryara girtinê bê dayîn pêwîst e ji 15 endamên Dadgeha Destûrê 10 piştgiriya biryarê bikin û ji girtina HDPê re bêjin erê. HDP sêyemîn fraksiyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê û di hilbijartinên dawî yên parlamentoyê de ku sala 2018an hatin kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xist û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî birin.

Lê di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye stendin û hinek parlamenter jî ji fraksiyonê cuda bûne. Li Parlamentoya Tirkiyê niha 57 kursiyên HDPê hene.

 

Rudaw

Top