Yekemîn pêşangeha çandiniyê ji aliyê serokê hikûmeta Kurdistanê ve hat vekirin
Yekemîn pêşangeha çandiniyê li Hewlêrê ji aliyê serokê hikûmeta Kurdistanê ve hat vekirin.
Qasekî beriya niha yekemîn pêşangeha çandinî û berhemên ajelî li Hewlêrê ji aliyê serokê hikûmeta Kurdistanê Mesûr Barzanî ve hat vekirin.
Di merasima vekirina pêşangehê de wezîra çandiniyê Bêgerd Talebanî û çend wezîr û wekîlên hikûmetê beşdar bûn.
Pêşangeh dê 3 rojan berdewam be û 60 şîrket tê de beşdar in û berhemên xwe pêşkêş dikin.
Di heyama pêşangehê de dê panêlên cur bi cur li ser naveroka pêşangehê bên kirin.
K24
