Serok Barzanî pêşwaziya Nicmedîn Kerîm kir
Rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hat nirxandin.
Duh 7/6/2018 Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya parêzgarê yasayî yê Kerkûkê Dr.Nicmedîn Kerîm kir.
Di civînê de li ser rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û kêşeyên siyasî yên piştî hilbijartinên parlementoya Îraqê giftûgo hate kirin û pêşhatên dawî û helwestên aliyên siyasî yên Îraqê yên derbarê pêşeroja Îraqê de hatin nirxandin.
Di civînê de besha biryara dadgeha Kerkûkê ya bo girtina Dr. Nicmedîn Kerîm jî hate kirin û di vê derbarê de hate gotin ku eşkere bû ew dadwerê ku biryara destgîr kirina Serokê civata parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî dabû, her heman dadwer biryara destgîr kirina Nicmedîn Kerîm jî daye û ew yek jî bi fîtê xiyanetkarên 16ê Cotmehê bûye û dirêjiya heman xiyanetê ye.
