• Tuesday, 17 February 2026
logo

DAIŞê êrişê gundên Kurdan kir

DAIŞê êrişê gundên Kurdan kir
Derengiya şeva borî çekdarên DAIŞê êrişî gundên Gilabat û Aştokan ên girêdayî bajarokê Qeretepeya bi ser navçeya Xaneqînê ve kirin û di encamê de kesekî cane xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.



Çekdarên DIAŞê duh şev seat derdora 01.00 êriş birin ser gundên Gilabat û Aştokan ên girêdayî bajarokê Qeretepeyê. Xelkê van herdu gundan bersiva êrişên çekdarên DAIŞê dan, lê çekdaran bi çekên BKC û hawenan êriş kirin.



Piştî şerê derdora seatekê di navbera çekdar û xelkê gund de berdewam kirî çekdarên DAIŞê dîsa vekişiyan Çiyayê Hemrînê.



Kesekî ji gundê Gilabatê ji Rûdawê re got: “Şeva borî li hemberî êrişa DAIŞê me zêdeyî seatekê li ber xwe da. Piştî ku şer rawestiya leşkerên artêşa Iraqê hatin herêmê.”



Di encamê vî şerî de bombeyek bi welatiyê bi nave Mihemed Hemîd teqiya û wî cane xwe ji dest da û herwiha kesekî bi nave Luqman Hemîd jî birîndar bû.



Ev êrişa çekdarên DAIŞê di demekê de ye ku hefteya borî nîştecihên gundê Gilabat 4 çekdarên DAIŞê desteser kirinbûn û radestî hêzên asayişa Germiyan kiribûn ku yek ji wan berpirsî giştî yê pijîşkên Mûsilê bû.

Rudaw
Top