Êrîşeke bi bombeyî li Bexdayê pêk hat: 18 kes mirin
Di êrîşê de tenê mizgeft na di heman demê de avahiyên derdor jî kavil bûn. Herwaha wesayîtên ku li wûr hatibûn park kirin jî ji ber êrîşê ziyan dîtin.
Şêniyên Bexdadê bi derketina rojê re hatin herêma êrîşê û dîmenên ku bi çav dîtin ew şaşmayî hiştin. Ajansên nûçeyan yên navneteweyî Reuters û AP, hejmareke mezin ji wêneyên êrîşê li Cîhanê belav kirin.
Rayedarên Iraqê ragehandin bombeyên ku li du cihên cuda cuda hatibûn bi cîh kirin di heman wextê de teqiyan. Birîndarên ku rakirin nexwaşxaneyan ji wan rewşa hindekan girane. Nigeraniyeke girîng ji bo zêdebûna windahiyan heye.
Basnews
