Fermana desteserkirina Necmedîn Kerîm hatiye dan
Li gor wê fermanê ku wêneyek jê ketiye destê K24ê û dîroka 23ê Gulana 2018an li ser e, ferman hatiye dank u Necmendîn Kerîm bê girtin.
Her li gor wê fermanê ku pişt bi madeya (121) ya yasaya sizadana Iraqê bestiye, mal û milkên veguhastî û neveguhastî tên desteserkirin.
Parêzgarê Kerkûkê yê berê Necmedîn Kerîm ji ber bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê mîlîşyayên Şîe û artêşa Iraqê ve, ji posta xwe hatiye dûrxistin û bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, cîgirê berê yê parêzgar Rakan Cibûrî posta parêzgar bi wekalet bi rê ve dibe.
K24
