• Tuesday, 17 February 2026
logo

YNK bo konsulê Tirkiyê: Em ji tohmeta alîkarîkirina PKKê nîgeran in

YNK bo konsulê Tirkiyê: Em ji tohmeta alîkarîkirina PKKê nîgeran in
Konsulê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê serdana YNKê kir û bi wê partiyê re li ser çend mijaran gotûbêj kir.



Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê, Hakan Karaçay li bajarê Hewlêrê serdana baregeha polîtboruya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) kir û ji aliyê endamê polîtboruya YNKê û Berpirsê Ofîsa Pêwnediyên Giştî yên wê partiyê, Seidî Ehmed Pîre ve hat pêşwazîkirin.



YNKê derbarê civîna navbera Hakan Karaçay û Seidî Pîre de daxuyaniyek weşandiye û têde ragihandiye, di vê civînê de rewşa siyasî ya Iraq, Kurdistanê û navçeyê hate gotûbêjkirin, herwiha encamên hilbijartinên parlamentoya Iraqê û û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê jî ji aliyê her du aliyan ve hatin nirxandin.



Li gorî daxuyaniyê, Seidî Pîre di vê hedvîtinê de matmayîn û nîgerniya YNKê li hember daxuyaniyeke Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu nîşan daye, ku YNK bi alîkarîkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tohmetbar kiribû.



Seidî Pîre herwiha ji Konsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê re ragihandiye: “Bersiva YNKê bo daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê xwe di hewl û têkoşînên YNKê yên bo danûstandinên Bîqaê yên di sala 1993an de dibîne, ku bi navbeynkariya Mam Celal Talebanî, ji bo rawestandina yekalî ya şerê di navbera Tirkiyê û PKKê de bû. Heta ku digihe îro siyaseta YNKê li hember vê pirsê neguheriye û hewl û têkoşîn û xebata me di ber çareseriya aştiyane ya hemû kêşe û milmilaniyan de bi rêya gotûbêjê bûye, ne şer û kuştinê.”



Wî rayedarê YNKyî herwiha ji Hakan Karaçay re gotiye: “YNK naxwaze dilopek xwîn di jêr her navekê de be, çi ji Kurd an Tirk û her pêkhateyek din be, birije, lewma jî pêdeçûneke hûrtir di wê helwesta Tirkiyê de giring e û garantiya parastina aştiyê li navçeyê ye.”



Roja Sêşemiya vê heftiyê 5ê Hezîrana 2018, Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu derbarê operasyonên hêzên wî welatî bo ser Qendîlê de gotibû: “Em agahdar in ku grûpeke nava YNKê alîkariya PKKê dikin û bi sedema wan hevkariyan jî PKKê pêgeha xwe di nava Silêmaniyê de bihêz kiriye.”



Mevlut Çavuşoglu herwiha diyar kiribû, wî bi xwe berpirseke partiya Talebanî dîtiye û jê re gotiye, ku hin kes di nava partiya wî de hene ku piştgiriya PKKê dikin, lê belê ew li dijî wê yekê ne û niha jî partiya wan baca wê hêzê didin.



Wezîrê Derve yê Tirkiyê destnîşan kiribû, “PKKê gef li serkirdatiya YNKê kiriye û niha serkirdatiya wê partiyê di bin gefa PKKê de ne.”

Rudaw
Top