Li Amedê endamên eşîrekê beşdarî CHPê bûn
Li Amedê endamên eşîra Beytikan ku ji 200 kesan pêk hatibûn, beşdarî Partiya Komarî ya Gel (CHP) bûn.
Mustafa Kose ku yek ji kesayetên diyar ên eşîra Beytikan e, li gel 200 endamên wê eşîrê, di merasîmekê de ku Seroka CHPê ya Amedê Gonul Ozel jî tê de amade bû, beşdarî CHPê bû.
Piştî merasîma li avahiya CHPê ya Kayapinarê, endamên wê eşîrê, heta ber avahiya navendî ya CHPê ya li Amedê meşiyan.
Rozetên CHPê pêşkêşî Mustafa Kose û endamên din ên eşîrê hatin kirin
Seroka CHPê ya li Amedê Gonul Ozel, tekezî li ser wê kir ku bi beşdariya endamên eşîra Beytikan bo nav rêzên partiya wan, ew bihêztir bûn.
Mustafa Kose jî kêxweşiya xwe anî ziman û balkişand ser nêrîn û helwesta dawî ya CHPê ya li ser pirsa Kurd.
Piştî axaftinan, ji aliyê Gonul Ozel ve rozetên CHPê pêşkêşî Mustafa Kose û endamên din ên eşîrê hatin kirin.
Rudaw
