• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ebadî: Pêwîstiya me bi bendavê tine!

Ebadî: Pêwîstiya me bi bendavê tine!
Serokwezîrê Iraqê ragehand ku welatê wan pêwîstiya xwe bi bendavê tine ku avê kombike.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniya xwe ya heftane de ragehand, tejî kirina bendava Ilisu ya hikûmeta Tirkiyê bo komkirina dengên cotyarên navçeyê ye.

Li gor Ebadî hikûmeta Tirkiyê, ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) birêve dibe, bi armanca bangeşeya helbijartinê û komkirina dengan ava çemê Dicle li ser Iraqê girtiye û daxistiye.

Serokwezîrê Iraqê ragehand, ku welatê wan pêwîstî bi ava kirina bendavên tejî kirin û kom kirina avê nîne, ji ber ew bendavên ku hene heta naha jî ne geheştine asta tejî bûnê.

Ji ber girtina ava çemê Dîcle li Iraqê beşek piraniya çem û rûbarên Iraqê hişk bûn û hemwelatiyên başûrê Iraqê jî rastî metirsiyê hatin.

Piştî girtina ava Dîcleyê roja 03.06.2018ê Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan ragehand, ji sala 2008ê ve daxwaz ji Iraqê kirine bendav ava bikin bo komkirina ava Dîcleyê, ku ew av vala neçe. Lê desthilatdarên Iraqê guh neda wan gotinan. Eger ew guh nedin em çi bikin?.

Basnews
Top