• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tirkiye dibêje du deriyên din ve dike

Tirkiye dibêje du deriyên din ve dike
Serokwezîrê Tirk li Colemêrgê xwe kir Kurd
Serokwezîrê Tirkiyeyê soz da xelkê Hekariyê ku du deriyên din veke.

Duh Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim bi mebesta propagende kirin bo AKPê û berbijarê AKPê bo Serokatiya Tirkiyeyê , serdana bajarê Colemêrê(Hekarî) kir.

Yildirim di gotara xwe de yaku bo xelkê vê bajarê pêşkêş kir ragihand ku ez jî bi esilê xwe Kurdim û alzime hun jî bi Kurd bûna xwe serfiraz bin.

Yildirim herwiha diyar kir ku giraniya barê jînweriya şêniyên deverê li ser bazirganiya ser sînorê ye lewre hikûmet biryar daye ku li gel Îraqê du deriyên din û li gel Îranê jî deriyeke din yê nû bo karûbarên bazirganî veke.

Top