Buldan: Erdogan biryara şer daye
Perwîn Buldan di çarçoveya bangeşeyên hilbijartinên Tirkiye de li navçeya Farqînê ya Diyarbekrê axivî û balkişand ser rayedarên desthilatê û da xuyakirin, AKP êdî dibîne ku wenda dike, dixwaze bi Operasyonên Minbic û Qendîlê dengên xwe zêde bike.
Da zanîn, AK Partî û Serokomar Erdogan, giraniya bangeşeya xwe dane ser Minbic û Qendîlê û bang li Erdogan dike ku, belaya xwe ji Kurdan vekin, Bila kes liser xwîna Kurdan siyasetê neke, êdî ev welat naxwaze zarokên wan bên kuştin, lê Enqere biryara şer daye.
K24
