• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ava Bendava Mûsilê kêm bûye; Duhok di metirsiyê de ye

Ava Bendava Mûsilê kêm bûye; Duhok di metirsiyê de ye
Rêjeya ava Bendava Mûsilê li gorî heman dema sala 2017ê %43 kêm bûye. hikûmeta Iraqê dibêje, Tirkiyê bêyî agahdarkirina wan ava Dîcleyê qut kiriye lê Enqere dibêje, wan berpirsên hikûmeta Bexdayê agahdar kirine.



Heta beriya çend heyvan jî Bendava Mûsilê weke bombeyeke vedayî ya sirûştî dihate dîtin, ku biteqiya dê jiyana çendîn milyon kesan ketiba bin metirsiyê. Lê niha asta avê ew hinde kêm bûye, ku cotkar û hemwelatiyên din ên ji berhemên avê sûd werdigirtin, nîgeran bûne.



Niha zevî û bostanên li derdora Bendava Mûsilê hişk bûne. Li gorî hinek zanyariyan niha tenê 4 milyar metre sêcar av di bendava Mûsilê de maye. Ev di demekê de ye ku par di van deman de rêjeya avê 7 milyar metre sêcar bû.



Endazyar Remezan Hemze, ku ji sala 1985ê ve wek endazyar li ser projeyên avê kar kiriye, kêmbûna asta avê ji bo jîngeh, çandinî û ava bin erdî ya bajarê Duhokê jî weke metirsî dibîne.



Remezan Hemze ji Rûdawê re got: “Sedema yekemîn a kêmbûna avê Bendava Ilısu ye, ku Tirkiye çêdike. Tirkiye ji bo çêkirina vê bendavê pêşiya rûbarê Dîcleyê girtiye.”



Çêkirina Bendava Ilısuyê di qada navdewletî de bûye sedema nerazîbûneke berfireh. Rexnegirên projeyê dibêjin, çêkirina vê projeyê bi milyonan kesan neçar dike ku mal û halên xwe terk bikin.



Balyozê Tirkiyê li Iraqê Fatîh Yildiz ji rojnameya National a Îmaratê re ragihandiye, ku hikûmeta Enqereyê berî li gel hikûmeta Iraqê şêwiriye û paşî dest bi çêkirina bendavê kiriye.



Remezan Hemze diyar dike, sedema duyemîn jî ew e, ku hikûmeta Iraqê xwedî siyasetekî zelal a parastina çavkaniyên avê nîne.



Endazyar Hemze dide xuyakirin, ku divê asta ava bendava Mûsilê zêdetirî 8 milyar metre sêcar be lê niha li gorî par rêjeya avê %43 kêm bûye.



Hemîd Beşîr yek ji wan cotkaran e, ku ji br kêmbûna rêjeya avê nêzîkî milyonek dînar zerer kiriye û dibêje: “Par di dema çandinê de rêjeya avê zêdekirin, ji ber vê berhemên me di bin avê de man. Îsal jî av nîne da ku zeviyan av bidin.”



Roja 26ê Gulanê Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Iraqê Hesen Cenabî li ser torên civakî nexşeya Bendava Mûsilê ya par û ya îsal parve kir û cudahiyên herdu salan berawird kir.



Cenabî ji hemwelatiyanx west ku ji pêwîstiyan zêdetir avê bikar nehînin.



Remezan Hemze dibêje, ku kêmbûna avê herî zêde ziyanê digihîne bajarê Duhokê, ku bi taybetî jî 15 Hezîranê li başûr û naverastê Iraqê werzê avdanê ye û pêwîstî bi aveke zêde heye.



Bendava Mûsilê di sala 1985ê de hatiye çêkirin û dikare 11 milyar metre sêcar av hilgire. Dirêjahiya bendavê 3 hezar û 200 metre ye û bilindbûna wê jî 110 metre ye.

Rudaw
Top