Navê welatê Kurdan, Kurdistan çima qedexe ye?
Welatiyê Kurd Cemîl Taşkesen li Sêrtê ji Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener re got, “Ev cihê tu niha lê yî Kurdistan e.” Çend demjimêr piştî van gotinan di saetên sibehê de polîsan bi ser mala Taşkesen de girtin û ew desteser kirin. Ev ne yekem car e û bi dirêjiya dîrokê navê welatê Kurdan ji aliyê Tirkiyê ve hatiye qedexekirin.
Cemîl Taşkesen duh di saetên êvarî de hat berdan û ji peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak re got, li emniyetê jî ji wî pirs kirin ka ev der ku der e û wî jî dubare kir û got, “Ev der Kurdistan e.”
Desteserkirina Cemîl Taşkesen li ser bikaranîna navê Kurdistanê, careke din ev mijar xist e rojeva Tirkiyê û karvedanên zêde li pey xwe anîn.
Navê welatê Kurdan, Kurdistan çima qedexe ye? Tenê hinek nimûne ji van qedexeyan;
- Bi dirêjiya dîroka Komara Tirkiyê, hebûna Kurdan, zimanê Kurdî, cilûberg, folklor, stran û çanda wan qedexe bû
- Piştî derbeya sala 1980 zimanê Kurdî di jiyana taybet û fermî de jî hat qedexekirin
- Sala 2005an malbateke Kurd ku ji Stokholmê di ser Stenbolê re dihatin Hewlêrê, ji aliyê Kompaniya Asmanî a Tirkiyê ve hatin astengkirin, ji ber ku navê keçeke wan Kurdistan bû
- Piştî pêvajoya çareseriyê ya sala 2013an qedexe hinekî hate sistkirin, lê vê carê jî tenê rayedar û payebilindên dewletê karîbûn gotina Kurdistanê bibêjin
- Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan sala 2013an li parlamentoyê got, eger hûn li gotarên Mistafa Kemal û tomarên meclisa wê demê binerin hûn dê gotinên Kurd û Kurdistanê jî bibînin
- Lê roja 13ê Kanûna sala 2017an Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir li ser kursiya axaftinê ya li parlamentoyê navê Kurdistanê anî û ji ber wê ji salonê hat derxistin û cezayê beşdarnebûna komcivînan wergirt
- Berbijêrê Serokatiya Şaredariya Stenbolê Binali Yıldırım jî, berî hilbijartinên 23ê Hezîrana 2019an li Amedê navê Kurdistanê anî û got, ew nav ji aliyê Mistefa Kemal ve ji bo nûnerên Kurdistanê hatiye bikaranîn
- Lê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ku li heman bajarî bûn, ji ber navê Kurdistanê doz li ser wan hatibû tomarkirin
- Partiyên siyasî ên Kurdan ku gotina Kurdistan di navê wan de heye, têne darizandin û astengî li ber karê wan nê siyasî tê derxistin
- Xwediyê weşanxaneya Avesta Abdullah Keskîn ji ber 40 pirtûkên ku navê Kurd û Kurdistanê di wan de derbas dibe hatiye darizandin
Rudaw
