• Tuesday, 17 February 2026
logo

Birayê Salih Muslim: Divê Kurd piştgiriyê bidin Erdogan

Birayê Salih Muslim: Divê Kurd piştgiriyê bidin Erdogan
Prof. Dr. Mistefa Muslim ê birayê hevserokê berê yê PYDê Salih Muslîm ê got: "Erdogan merivekî misilman û mumîn e. Merivekî misilman û mumîn li ser sozê xwe disekine. Ji ber vê yekê divê hemû Kurd di vê qonaxê de piştgiriyê bidin wî."



Yek ji avakarê Zanîngeha Zehrayê Prof. Dr. Mistefa Muslim bi rîspiyan re beşdarî bernameya fitarê ya ku li Navenda Fuarê ya Amedê ya TUYAPê hat sazkirn bû ku Serokomarê Tirkiyê û namzedê serokmariyê yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan jî beşdar bibû.



Mistefa Muslim got ku parêzgarê Dîlokê Alî Yerlîkaya ew vexwendiyê bernameya fitarê ya ligel Recep Tayyip Erdogan.



Muslim diyar kir, ew ji bo ku bi hin merivan re were bal hev û hin mijaran guftûgo bike, beşdarî vê fitarê bû û wiha pê de çû: "Ez bangî hemû birayên xwe yên Kurd ên Tirkiyeyî û Sûriyeyî dikim; ev xwîna han a ku dirije badilhewa ye, êdî bes e. Rijandina xwînê ne di Îslamiyetê de heye, ne di însaniyetê de heye, caîz nîne. Divê em firsendê nedin ku hinek me wek destiyê dasê bi kar bînin û divê em birayên xwe yên misilman nekujin."



Di berdewamiya axaftina xwe de Muslim yekîtiya di navbera misilmanan de bi girîngî pênase kir û wiha dewam kir:"Ji bilî misilmanan ti kes tuneye ku mafên Kurdan bi heqî bide. Ji ber vê jî divê em piştgiriya misilmanên ku desthilatdar di destê wan de ye, bikin. Mafên wek azadiya axaftinê, mafê perwerdeyê, mafê avakirina zanîngehê înşeallah dê bi saya serê misilmanan çêbibe. Bi çekê mirvo nikare xwe bigihîne derekê û bi misilmanan re bibin yek. 20 sal berê qedexe bû ku meriv bigota ez Kurd im. We berî 20 salan nedikarî li bazarê, sûkê bi Kurdî xeber bida. Lê şikir ji Xwedê re êdî televîzyon û rojnameyên Kurdan hene. Heke misilman bibin yek, wê di nav pêvajoyê da mafên xwe yên din jî bi dest bixin."



Muslîm anî ziman ku pêdiviya gelê Efrînê bi hişyarkirinekê heye û wiha axifî: "Gelê Efrînê 50 sal e heman xeletiyê dike. Li Sûriyeyê komunîzm cara ewil li Efrînê derket. Wê demê tu alim û mela tunebûn ku dîn û diyanetê fêrî wan bikin. Niha jî em wek alimên Kurd dixwazin ku herin Efrînê û gel îrşad bikin. Heke destûr were dayîn, em dê herin wê derê û şaşî û xeletiyên wan ji wan re bibêjin û rêya rast nîşanî wan bidin da ku vegerin îslamê."



“Bila Kurd piştgiriya Erdogan bikin”



Muslîm diyar kir, ew bawer dike ku Erdogan wê sozê daye Kurdan bi cih bîne û wiha doamdn: "Lewra Erdogan mirovekî misilman û mumîn e. Kesekî misilman û mumîn li ser sozê xwe disekine. Ji ber vê yekê divê hemû Kurd di vê qonaxê da piştgiriyê bidin Erdogan."



Muslîm li Tirkiyeyê Zanîngeha Ez Zehrayê ava kir û rektorê wê ye. Li bajarên wek Cerablûs û El Babê ku niha jêr kontrola hêzên girêdayî Tirkiyê ye, di bernameyên perwerdeyê de wek wezîfedarê hîndekariyê dixebite.

Rudaw
Top